Dalkurd serdana Amedsporê kir
Rêveberên du tîmên futbolê yên navdar ên Kurdan li Diyarbekirê hevdîtinek pêk anîn. Tîmên Futbolê Amedspor û Dalkurd li Diyarbekirê di tesîsên Amedsporê de li hev civiyan û ji bo pêşerojê banga hevkariyê kirin.
Rêveberên du tîmên navdar ên futbolê ku wek tîmên Kurdan tên nasîn li Diyarbekirê hatin cem hev. Serokê tîma futbolê Dalkurdê Welat Kiliçaslan li gel şandeyekê serdana tîma futbolê Amedsporê kir. Rêveberên Dalkurdê ji aliyê Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim ve hatin pêşwazîkirin. Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim di hevdîtinê de formeyê Amedsporê diyariyê Serokê tîma futbolê Dalkurdê Welat Kiliçaslan kir û kêfxweşiya xwe ji serdanê anî zimên.
Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Em kêfxweş in ku li Ewropa tîmek birayê me heye û serkeftî ye. Heta niha di warê danîna têkiliyên navbera Dalkurd û Amedsporê de pirsgirêk hebûn. Wê êdî têkiliyên herdû tîman xurttir bin. Em ê projeyên hevpar amade bikin. Di demek kurt de em ê dîsa hev bibînin. Ez hêvî dikim ku em jî serdana Dalkurdê bikin.”
Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçarslan jî di hevdîtinê de formeya Dalkurdê bo Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim diyarî kir. Serokê tîma Dalkurdê Welat Kiliçarslan anî zimên ku wan danûstandin kirine gelo dikarin hevkariyek çawa navbera herdu tîman de bikin.