Di yekemîn roja Cucutsuya brezîlî da sê mîdalên cîhanî ji bo Îranê hatin bidestxistin
Mijdar 16, 2021 11:44 Asia/Tehran
Nûnerên Îranê di roja yekem a Pêşbirkên Cucutsuya brezîlî ya qehremaniya cîhanê, mîdalên zêr, zîv û bronz wergirtin.
Pêşbirkên qehremaniya cîhanê ya Cucutsuya (Jujutsu) brezîlî ji roja 15ê Mijdarê va bi mazûvaniya Imaratê li Ebûzebiyê dest pê bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di roija yekem a van pêşbirkan da, heşt nûnerên Îranê zêrek, zîvek û bronzek bi dest xistin.
Tîma neteweyî ya Cucutsuya brezîlî ya Îranê ev cara yekem e ku bo pêşbirkên cîhanî hatiye şandin.