Mijdar 15, 2021 13:32 Asia/Tehran
  • Tîma Walîbala Fenerbaxçeya Tirkiyê bi lîstina baş a walîbalîstên îranî bi ser ket

Tîma Walîbala Fenerbaxçeya Tirkiyê û tîma Sportotoyê bi lîstina baş a walîbalîstên îranî bi ser ketin.

Li gorî rapora ISNAyê, Hefteya heşt a Lîga walîbala Tirkiyê hat lidarxistin û di pêşbirka herî girîng da Tîma Walîbala Fenerbaxçeya Tirkiyê çû pêşberî tîma Bûrsayê.

Tîma Walîbala Fenerbaxçeya Tirkiyê ku seyid Muhemed Mûsewî endamê tîma neteweyî ya Îranê tê da dilîze, bi encama 3-1 bi ser ket.

Di pêşbirka din da jî tîma Sportotoyê ku Murteza Şerîfî tê da dilîze çû pêşberî Sorgûnê û karî bi encama 3-0 jê bibe.

 

Serepeyv