Mijdar 14, 2021 21:26 Asia/Tehran
  • Werzişkarê Îranî di werzişa samboyê de yekem medala cîhanî bi dest xist

Werzişkarê îranî li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya samboyê ya sala 2021ê li Uzbekistanê medala tûnc bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, werzişkarê îranî Muhemed Riza Seîdî Medenî li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya samboyê ya sala 2021`an li Uzbekistanê, medala tûnc bi dest xist û bû yekemîn medala sambo ya Îranê li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî.

Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya samboyê roja Înê 12ê Mijdarê li bajarê Taşkent a Uzbekistanê dest pê kir û niha berdewam e.

Di berdewamiya van pêşbirkan de, di giraniya bin 88 kg de, “Mihemed Riza Seîdî Medenî” nûnerê Îranê bi têkbirina rikeberên xwe yên ji Qibris, Letonya û Romanyayê dest bi karê xwe kir û piştre li hember nûnerê Rûsyayê têk çû.

Seîdî Medenî di van pêşbirkan bi standina medala tûnc bû sêyem.

Sambo (bi rûsî: са́бо) hunereke werzişî û şervaniyê ya rûsî ye. Sambo hunerek şerî ya nisilbeten nû ye ku di sala 1920-an de di Artêşa Sor a Sovyetê de hate damezrandin da ku hêza leşkeran ya şerkirina nêzîk zêde bikin.

Serepeyv