Mijdar 14, 2021 21:03 Asia/Tehran
  • Heştemîn festîvala navdewletî ya sînemayê ya Duhokê sibê dest pê dike

Heştemîn festîvala navdewletî ya sînemayê ya Duhokê dest pê dike û serokê hikûmeta Kurdistanê jî bûdceyek taybet festîvalê terxan dike.

Heştemîn festîvala navdewletî ya sînemayê ya Duhokê sibê li bajarê Duhokê dest pê dike.

Berdevkê festîvalê, Hesen Arif ji BasNewsê re got, festival sibê dest pê dike û 94 fîlm beşdar dibin. Festîval dê bi fîlma “Ezmûn” ya Şewket Emîn Kurkî were vekirin.

Hesen Arif her wiha got, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdceyek taybet bo festîvalê terxan kiriye, ji ber wê jî em spasiya wî dikin. piştevaniya serokê hikûmetê dê bibe sebeb ku festîval dewlemend be û rûçkê Duhokê di warê sînema û hunerê de baştir derkeve.

Berhem û fîlmên sînemayî ji 30 welatên cîhanê beşdarî festîvalê dibin. Hinek fîlm dê bo bidest anîna xelatê hevrikiyê bikin.

Festîvala navdewletî ya sînemayê ya Duhokê par ji ber Koronayê pêk nehatibû.

Serepeyv