Dadwera Îranî di fînala Kupaya Basketbolê ya Asyayê de
Mijdar 13, 2021 19:29 Asia/Tehran
Dadwera jin a navneteweyî ya Îranî dê li pêşbirkên basketbolê yên Kûpa B ya Asyayê ya sala 2021an li Urdinê dadweriya pêşbaziya dawî (fînalê) bike.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Semane Dêhqanî dadwera navneteweyî ya Îranê ji aliyê Konfederasyona Basketbolê ya Asyayê ve ji bo dadwerîkirina pêşbirkên basketbola jinan a Kûpaya Asyayê ya sala 2021`an hat vexwendin.
Dêhqanî îro dadweriya pêşbaziya fînalê ya di navbera tîmên neteweyî yên Lubnan û Urdinê de dike.
Wê berê di Kûpaya desteya B ya Asyayê de dadweriya pêşbirkeyên tîmên Lubnan û Endonezyayê, Sûriye û Qazaxistanê û pêşbaziya Urdun û Endonezya kiriye