ِDadwera Îranî di Kûpaya Basketbolê ya Asyayê ya 2021an de
Mijdar 06, 2021 22:45 Asia/Tehran
ِDadwera navneteweyî ya basketbola jinên Îranê dê dadweriya Kûpaya Asyayê ya sala 2021 li Urdinê bike.
Li gorî rapora IRNA`yê, Samane Dêhqanî dadwera navneteweyî ya Îranê ji aliyê Federasyona Navnetewî ya Basketbolê (FIBA) ve ji bo dadwerîkirina Kûpaya Asyayê ya 2021an (kategoriya B) ya jinan hat vexwendin.
Ew niha li Emmanê paytexta Urdunê ye ku pêşbirke lê tê lidarxistin.
Tîma neteweyî ya basketbolê ya jinan jî beşdarî van pêşbirkan bûye.
Kûpaya Asyayê ya sala 2021ê dê ji 7 heta 13 Mijdarê li Urdinê were lidarxistin û tîma neteweyî ya basketbolê ya jinan a Îranê dê rûbirûyê Sûriye û Lubnanê bibe.