Di Kûpaya Navparzemînê de cihgiritan tîma futbola peravê ya Îranê di pileya duyem
Mijdar 06, 2021 22:32 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya futbola peravê ya Îranê li pêşbirka fînalê ya Kûpaya navparzemînî li hemberî Rûsyayê têk çû û bû duyemîn.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRIB NEWSê, Tîma neteweyî ya futbola beravê ya Îranê li fînala pêşbirkên Kûpaya navparzemînî li hember Rûsyayê 3-2 têk çû û di cihgeha berqehremaniyê cih girt.
Tîma neteweyî ya futbola peravê ya Îranê di qonaxa nîvfînalê de bi encama 7-5`ê Senegalê têk bir.
Tîma Îranê di qonaxa komê de li hember Paraguayê û Japonê bi ser ket û li hember Rûsyayê têk çû.
Ev tûrnûvaya bi mazûvaniya Dubayê û bi beşdariya 8 tîmên ji welatên Rûsya, Îran, Japonya, Paragua, Îmarat, Portekîz,Spanya û Senegalê li du komên ji çar tîman pêk dihat, hat lidarxistin.