Secadî: Werziş yek ji emrazên pêwendiya di navbera welatên cîhanê de ye
Wezîrê Werzîş û Ciwanan ê Îranê, bi gotina vê yekê ku werziş yek ji amûrên hevkariyê yên welatên cîhanê ye, got: qadên ciwanan ên 10 welatên ku di ECO`yê de cih digirin, dikarin gelek alîkariya hev bikin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Seyd Hemîd Secadî li hevdîtina bi Serwer Bextî, serokê Enstîtuya Çandî ya ECO`yê ku danê sibê li Têhranê hat lidarxistin, got: Her welatek hez dike ku çanda xwe di welatên din de bide weşandin û belavkirin û teşkîlata ECOyê dikare bi riya damezrandina têkiliyan bi welatên din vê hedefa xwe bişopîne ku riya herî baş ji bo vê hedefê werzîş û danûstandina di warê ciwanan de ye.
Secadî balkişand ser pêwendiya Wezareta Werziş û Ciwanan ligel ECOyê û got: Wezareta Werziş û Ciwanan armancên giring dişopîne ku yek ji giringtirîn armancên me jî ew e ku em dixebitin bi danûstandina bi rêxistinên navdewletî re werziş û behsa ciwanan pêş bêxin.
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê destnîşan kir: Her welatek hez dike ku çanda xwe hinarde bike bo welatên din û Teşkîlata ECO dikare bi danîna peywendiyan bi welatên curbicur re vî warî dabîn bike ku ya herî baş ji riya werzişê û hevahengiya li warê ciwanan e." Tevgerên ciwanan ên 10 welatên ECO dikarin gelek alîkariya hev bikin.