Pêşbaziyên Şampiyoniya Cîhanê; Dîroksaziya boksorê îranî di ringa cîhanê de
"Danyal Şehbexş" boksorê 60 kîlogramî yê Îranê, bi çûna nîvfînalê ya pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya sala 2021ê li Sirbistanê, bû dîroksaz û yekem medala boksê ya Îranê li dewrên cuda yên pêşbirkên cîhanî bi dest xist.
Li gorî rapora IRNA`yê, boksorê îranî roja sêşemiyê bi "Edgaras Skordilis" ji Lîtvaniyayê di koma 8 kesî de têkoşîn kir û bi ser ket.
Şehbexş derbasî qonaxa nîvfînalê bû û bi vî awayî bidestxistina madala bronz ji xwe re misoger kir û qonaxeke dîrokî ji boksa Îranê re çêkir.
Ev yekem medala boksê ya Îranê ye li dewrên cuda yên pêşbirkên cîhanî.
Şehbexş berî viya li hember boksorên Gambya, Meksîka û Qirgizistanê bi ser ketibû.
Pêşbirkên Şampiyoniya Boksê ya Cîhanê roja Duşema hefteya borî li paytexta Sirbistanê, Belgeradê dest pê kir û dê heta 6ê Mijdarê bidome.