Cotmeh 30, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • Mehdî Taromî bû lejiyonerê herî baş ê parezemîna Asyayê

Fûtbalîstê îranî yê Tîma fûtbala Portoya Portegalê ji aliyê bikarênerên Konfederasiyona Fûtbala Asyayê va wek lejiyonerê herî baş ê parezemîna Asyayê hat bijartin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Konfederasiyona Fûtbala Asyayê (AFC) li gorî pêvajoya hefteyên vê dawiyê di rapirsînekê baştirîn lejiyonerê hefteyê li bijart. Di vê rapirsînê da Mehdî taromî fûtbalîstê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê karî bi pirraniya dengan wek lejiyonerê herî baş ê parezemîna Asyayê di vê hefteyê da were bijartin.

Mehdî Taromî di hefteya borî da karî di pêşbirka li hemberî Tondelayê sê gulan bavêje û li hemberî tîma Mîlana Îtalyayê jî xebateke baş nîşan da.

Li ser vê esasê, ew bi 56 dengan di vê rapirsînê da wek baştirîn fûtbalîst hat bijartin.

Eyas Osman ji Sûriyê bi sedî 16ê dengan bû duyem û Serdar Azmûn fûtbalîstê din ê Îranê jî bi 13 dengan bû sêyem.

 

Serepeyv