Cotmeh 30, 2021 14:08 Asia/Tehran
  •  'Awazên jibîrkirî' çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide

Bi taximekî ku ji zêdetirî 125 muzîkjen, rahêner û serkêşan pêk tê, amadekariyên derxistina klîbekî tê kirin. Klîb çanda pêkhateyên Bakur û Rojhiatê Sûriyê nîşan dide.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), 6 komên hunerî yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên derxistina klîbekê berdewam dikin. Klîb bi navê "Awarên jibîrkirî" ye, tê de çanda tevahî pêkhateyên herêmê nîşan dide.

Mijdara par hunermend Delîl Mîrsaz û Bêkes Darî fikireya klîbê pêşniyar kir û bi hemû pêkhate û tevgerên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peywendî danî. Gulana îsal jî komên muzîkê li Hunergeha bi navê 'Şehîd Welat' a bajarê Qamişloyê stran tomar kirin.

Endamê Tevgera Mozopotamyayê ya Çand û Hunerê û çavdêriyê klîba "Awazên jibîrkirî" hunermend Bêkes Darî ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: "Armanca wan ji vî klîbê zindîkirina çand û reseniya vî gelê kevnar e, her wiha peyameke aştî û hezkirinê ji tevahî sûriyan re bişînin ku  Sûriyê dê vegera rastiya xwe rastiya biratiya gelan."

22`yê Cotmehê bi çavdêriya derhêner Delîl Mîrsaz, komên hunerî ji bajarê Tebqayê dest bi kişandina klîbê kirin û dîmenên destpêkê li ser dikeya şanoya wêrankirî ya Navenda Çand û Hunerê hatin kişandin.

Bêkes Darî îşaret bi derengxistina derketina klîbê kir û got: "Çavdêrên muzîkê pir bi sîstema yekkirina dengên alavên folklorî bi alavên nû di nava awazên muzîkê de de tê bikaranîn, mijûl bûn, lê bêyî ku destên xwe bidin xwezaya awazên alavên folklorî û kelepura her pêkhateyekê ya govend, cil û berg û stranan dan ber çavan."

Li ser deverên ku dê klîbê lê werin kişandin Darî wiha got: "Klîb dê li tevahiya bajar û herêmên ku çanda hemû pêkhateyan lê diyar e  mîna Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Dêrik û Rimêlanê were kişandin."

Klîba "Awazên jibîrkirî" ji 7 stranên folklorî yên pêkhateyên Kurd, Suryan, Ermen, Ereb, Tirkumen û Çerkes pêk tê, her wiha dê di nav de jî govendên folklorî werin pêşkêşkirin.

Têkildarî dema derketina klîbê, endamê Tevgera Mozopotamyayê ya Çand û Hunerê Bêkes Darî diyar kir ku destpêka sala bê kar û xebat dê li gorî weşana yekem were kirin û wiha dewam kir: "Stran dê li ser medyaya dîjîtal were weşandin, hemwextî vê yekê jî komên beşdar dê li ser dikeya şanoyê ya wêrankirî ya li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşkêş bikin."
 

 

Serepeyv