Cotmeh 30, 2021 14:01 Asia/Tehran
  • Mazûvaniya Tîma neteweyî ya Fûtbala Awstralyayê li mala xwe piştî du salan

Tîma neteweyî ya Fûtbala Awstralyayê hevdem di gel kêmbûna hejmara mirinên ji ber Koronayê li vî welatî, li pêşbirka xwe ya din di Bijartina Kupa cîhanî ya Qeterê dê piştî du salan li mala xwe bibe mazûvan.

Li gorî rapora ISNAyê, Pêşbirka din a Tîma neteweyî ya Fûtbala Awstralyayê ku wek Kangoro tê naskirin li hemberî tîma Erebisstanê dê roja 11ê Mijdara 2021ê li werzişgeha Sîdniyê were lidarxistin.

Ev di halkeî da ye ku Tîma neteweyî ya Fûtbala Awstralyayê cara dawiyê di Cotmeha 2019an li hemberî Nêpalê li bajarê Kanbêrayê û bi hebûna alîgirên xwe çûbû meydanê.

 

Serepeyv