Cotmeh 29, 2021 19:42 Asia/Tehran
  • “Mehdî Taremî” bû lîstikvanê hefteyê ya “FIFA”yê

Lîstikvanê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê “Mehdî Taremî” piştî serkevtinên berbiçav di nav tîma “Porto” ya Portekîzî de wek lîstikvanê heftiya “FIFA”yê hat hilbijartin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Mêhdî Taremî" lîstokvanê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê piştî biriqîna di tîma Portoyê de wek lîstikvanê heftiya "FIFA"yê hat hilbijartin.

Mehdî Taremî êrişkarê îranî yê tîma futbolê ya Porto Portekîzê hefteyek baş derbas kir.

Tarmî di despêka hefteyê a lîstîkên Lîga Futbolê ya Portekîzê de sê gol li hember Tundella tomar kir û di lîstika li hember Santa Clara de jî tevî ku wekî cîgir kete nav lîstikê,  yek ji golên tîma xwe tomar kir.

Ji ber van destkevt û serkevtinan, Tarmî ji aliyê kompanyaya lîstikên kompîturê “FIFA” ve wek baştirîn lîstikvanê heftiyê hat hilbijartin.