Bidestxistina medala Tûnc a şampiyoniya cîhanê ji aliyê judokarê nebihîstok ê Îranê ve
Cotmeh 28, 2021 22:43 Asia/Tehran
Di yekem roja pêşbirkên qehremaniya cudo ya nebihîstokan(kerûlaln) de, jûdokarê îranî medala Tûnc bi dest xist.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA)`yê, li yekemîn roja pêşbirkên qehremaniya cihûdoya nebihîstokên cîhanê ku li Fransayê tê lidarxistin, "Emîr Mihemed Defterî" medala tûnc a giraniya 73 Kg bi dest xist.
Defterî di vê pêşbirkê de hevrikê xwe yê Bulgarî têk bir û piştî şikesta jûdokarên Rûs û Tirkiyê, di rêzbendiyê de rikberê xwe yê Belçîkayê têk bir û medala tûnc bi dest xist.
Şampiyoniya Cûdoya nebihîstokên Cîhanê ya di weznên curbecur de li bajarê Versaya Fransayê tê lidarxistin.