Cotmeh 27, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Nivîsa Fîlma îranî ya 'Sara û Ayda' bi japonî hat wergerandin

Fîlma îranî ya 'Sara û Ayda' ji aliyê Şêwirmendiya çandî ya Îranê li Japonê bi zimanê japonî hat wergerandin û binnivîskirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Dêvsalar, Şêwirmendê çandî yê balyozxaneya Îranê li Japonê di vî warî da got: Fîlma îranî ya 'Sara û Ayda' yazdehemîn fîlma bilind a wergerandî û binnivîskirî ji aliyê Şêwirmendiya çandî bi zimanî japonî ye ku kete ber destê hezkiriyên japonî, îranî û xwendekarên niştecihê Japonê.

Husên Dêvsalar got: Şêwirmendiya çandî ya Îranê li Japonê heta niha 12 fîlm li vî welatî nîşan dane.

 

Serepeyv