Cotmeh 23, 2021 09:09 Asia/Tehran
  •  Mihrîcana Zarokan li Silopiyê bi lîstika şanoyê dest pê kir

Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê "Mihrîcana Şano û Zarokan" organîze kir. Mîhrîcan duh bi lîstika Don Kîxot dest pê kir û di rojên pêş de jî bi çalakiyên cuda dê bidome.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Lîstik li Parka Ahmet Kaya hat nîşandayîn. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, Mebûsên HDP'ê Dêrsim Dag, Huseyîn Kaçmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gelek zarok û gelek kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî. Fîdan bal kişand ser qeyûmên dest danîne ser saziyên çandî û got: "Ji bo me avahî ne pêwîst e. Ji ber ku em li her derê û li her kolanê xebatên xwe yên çandê dimeşînin. Ji bo me avahî ne pêwîst e. Em ê her tim ligel gelê xwe bin.”

Di çarçoveya mîhrîcanê de kargeha  zarokan a Ma Muzîkê li dar ket.

Bernameya şanoyê bi vî rengî ye:

- 21-22 Kewçêr: Atolyeya Zarokan / Ma Muzîk

 - 2 Sermawez: Atolyeya Zarokan / Dîcle-Firat

 - 3-4 Sermawez: Werne Ziman / Şanoya Êlihê

 - 16-17 Sermawez: Atolyeya Zarokan / Aryen û Mechel

Serepeyv