Cotmeh 17, 2021 19:20 Asia/Tehran
  • Ji keça Kurd a nabîna ya amedî serkeftineke mezin

Keçika nabîna ya Amedî Sedanur a 14 salî di beza 1500 metre ya werzişvanên xwedî pêwistiyên taybet de li Afyonê bû şampiyona Tirkiyê.

Keçika nabîna ya Amedî Sedanur a 14 salî di beza 1500 metre ya werzişvanên xwedî pêwistiyên taybet de li Afyonê bû şampiyona Tirkiyê. Sedanur keçikek sêwî ye û bi rêjeya ji sedî 85 nabîna ye. Çar sal berê bavê wê wefat kiriye û ew sewî maye.  Mamosteyên wê yên lîseyê bi hunera werzişvaniya wê hesyan û bûne palpişt ku ew di atletîzmê de xwe pêş bixe.  Bi piştevaniya dayika xwe û mamosteyên xwe wê heta niha çar medal bidest xistine. Sedanur herî dawî jî li Afyonê 1500 mêtroyî di şeş deqeyan de beziya û li ser asta Tirkiyê bû şampiyon.  Çevên Sedanurê niha li pêşbaziyê navdewletî û bidestxistina serkeftinên mezintir e.

Sedanur Alakuştekîn a 14 salî, bi rêjeya ji sedî 85 nabîna ye û werzişvana bezêye.  Ew ê heta niha çar madalya bidest xistiye. Werzişvana Kurd herî dawî li Afyonê di beza xwedî pêwistiyên taybet de ya 1500 metreyî de di şeş deqeyan de beziya bû şampiyona bezê ya Tirkiyê.

Serepeyv