Cotmeh 15, 2021 17:18 Asia/Tehran
  • Hunermendê îranî bû dadwerê Mihrîcana Navneteweyî ya Anîmasiyona Yûnanê (Tef)

Eşkan Rehguzer bû dadwerê Mihrîcana Navneteweyî ya Anîmasiyona Yûnanê (Tef).

Li gorî rapora IRNAyê, Eşkan Rehguzer nivîskar û derhênerê anîsmasiyonê wek dadwerê beşa sereke ya dora heftem a Mihrîcana Navneteweyî ya Anîmasiyona Yûnanê (Tef)  (Têsalonîkî) hat bijartin.

Rehguzer beriya vêya dadwerê Mihrîcana Navneteweyî ya Fantaziya-2021ê, Mihrîcana Navneteweyî ya Kurtefîlman a Têhranê û dora duyem a Pêşbirkên neteweyî yên Lîstokên Kompiyuterî bûye.

Mihrîcana Navneteweyî ya Anîmasiyona Yûnanê (Tef) sala 2015an bi armanca rewacdana anîmasiyona serbixwe li seranserî cîhanê û sipasiya ji vê hunera taybet hat damezirandin.

Mihrîcana Navneteweyî ya Anîmasiyona Yûnanê (Tef)  dê ji 14 heta 24ê Cotmeha 2021ê bi awayê online were lidarxistin.

 

Serepeyv