Roja Hafizê Şîrazî li Ukraynê hat rêzgirtin
Bi boneya rêzgirtina Roja Hazifê Şîrazî, navenda Îrannasiyê ya zanîngehên Ukraynê û Zanîngeha El-Zehrayê bi hevkariya Balyozxaneya Îranê li Ukraynê, civîneke mecazî li dar xistin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Li Webînara Rêzgirtina Roja Hafiz, mamosteyên îranî û îrannasên ukraynî di beşên cûr bi cûr da berûlayên jiyan û berhemên Hafiz, cîgeha Hafiz di wêjeya farisî da, wergera berhemên Hafiz li Ewropayê û bandora wî li ser kesayetiyên din nirxandin.
Hin xezelên Hafiz jî ji aliyê xwendekarên ukraynî, bi zimanên farisî û ukraynî hatin xwendin.
Roja 20ê meha Mêhrê (12ê Cotmehê) li Salnameya Îranê wek Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî, helbestvanê binavûdeng ê îranî hatiye binavkirin.
Hafizê Şîrazî, helbestvanê nasyar ê sedsala heştem a koça heyvî, sembola huviyet û bîra dîrokî û çandî ya îraniyan e û helbestvanê herî hebandî yê farsîbêj e.