Cotmeh 12, 2021 17:46 Asia/Tehran
  • Keçên weznehilgir ên Îranê li cîhanê bûn sêyem

Tîma neteweyî ya Weznehilgirtina keçên nûciwan a Îranê di dawiya pêşbirkên qehremaniya cîhanê di rêza sêyem da cih girt.

Li gorî rapora YJC', Tîma neteweyî ya Weznehilgirtina keçên nûciwan a Îranê di yekemîn beşdariya xwe ya navneteweyî di Pêşbirkên keçên nûciwan ku ji 12 heta 20ê Mêhra 1400î li bajarê Cedeya Erebistanê hat lidarxistin, cîgeha sêyem bi dest xist.

Xezale Husêynî, weznehilgira îranî bi wergirtina mîdala bronz di hereketa duzerb a desteya 59 kg da, yekemîn mîdala Tîma neteweyî ya Weznehilgirtina keçên nûciwan a Îranê bi dest xist.

Her wiha Yêkta Cemalî jî di hereketa yekzerbê bi rakirina wezneha 90 kg mîdala xwe ya bronz bi rakirina wezneya 115 tekûz kir û bi giştî bi 205 kg, mîdala zîv a cîhanê bi dest xist.

 

Serepeyv