Cotmeh 12, 2021 12:34 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Roja Hazifê Şîrazî, helbestvanê binav ê îranî

Roja 20ê meha Mêhrê di salnameya Îranê da bi navê mezinmêrê helbest û wêjeya parsî, Xoce Şems ul-dîn Muhemed, Hafizê Şîrazî, hatiye binavkirin.

Xoce Şems ul-dîn Muhemed, Hafizê Şîrazî di destpêka sedsala heştem a koça heyvî derdora sala 727 a koça heyvî li bajarê Şîrazê ji dayîk bû.

 

Bavê Hafiz, Behaedîn yekî bazirgan û diya wî ji Kazirûnê bû. Piştî mirina bavê xwe, Şemsedînê biçûk li cem diya xwe ma û di nûciwaniyê da karê nanpêjiyê kir.

Hafizê Şîrazî wek hosteyê xezelgotinê yê zimanê farisî tê naskirin. Tevî ku Hafiz peywendiyek navbera xezela arifane ya Mewlana û xezela aşiqane ya Seidî çêkiriye, lê dahêneriya wî ya sereke takemalikên serbixwe û xweş ên zehf in ku wî gotine.

 

Dîwana Hafiz pêkhatî ji derdora 500 xezel, çend qesîde, du mesnewî, çend Qit'e û hejmareke çarîne (Roba'î) ye. Ev dîwan heta niha zêdetirî 400 caran bi şekl û awayên cûrbicûr bi zimanê farisî û zimanên din ên cîhanê hatiye çapkirin.

 

 

Serepeyv