Cotmeh 11, 2021 16:12 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê; Gerayî Qoqnûsa guleşta cîhanê

Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê nasnavê Qoqnûsê da Muhemedreza Gerayî guleştgirê îranî.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRIB Newsê, Malpera Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê raporek ji şeva dawiyê ya Pêşbirkên cîhanî yên Guleştê li Osloya Norwêjê weşand ku tê da tevî pesndana xebata guleştgirên îranî bi taybet birayên Gerayî nivîsî: Eger nasnavê Muhemedelî "Şahîn" e, vêca em dikarin Muhemedreza wek Qoqnûs bi nav bikin; Ji ber ku ew hertim ji xweliya têkçûnê radibe.

 

Muhemedreza Gerayî xwediyê mîdala zêra Olempîka Tokyo-2020î mîdala zêra guleşta ferengî ya Pêşbirkên cîhanî yên 2021ê li giraniya 67 kg jî bi dest xist.

 

 

Serepeyv