Cotmeh 08, 2021 11:25 Asia/Tehran
  • Belgeyên tomarkirina cîhanî ya çar mîras û şûnwaran radestî Îranê hatin kirin

Di hevdîtina Balyozê Îranê li UNESCO'yê digel Qayîm Meqamê Wezîr û Alîkarê Mîrasa Çandî ya Wezareta Mîrasa çandî, Geştyarî û Pîşeyên destî ya Îranê da, belgeyên tomarkirina cîhanî ya çar şûnwarên Îranê hat radestkirin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Ehmed Paketçî, Balyozê Îranê li UNESCO'yê, lewheyên tomarkirina cîhanî ya Riya Hesin a Îranê û Dîmena çandî ya Hewramanê ku di lîsteya Mîrasa cîhanî ya Lemskirî (Intangible cultural heritage) da hatine tomarkirin, her wiha lewheyên tomarkirina cîhanî ya hunera Nîgargerî û Ziyareta Tadeûsa Pîroz ku ji dosyeyên çend-neteweyî yên Mîrasa çandî ya Îranê tên heesibandin û bi awayê hevpar digel welatên cînar hatine amadekirin û di mîrasa cîhanî ya Ne-lemskirî (Intangible cultural heritage‎) da hatine tomarkirin, jibo tomarkirina di belgeyên Mîrasa Çandî da, radestî Elî Darabî, Qayîm Meqamê Wezîr û Alîkarê Mîrasa Çandî ya Wezareta Mîrasa çandî, Geştyarî û Pîşeyên destî ya Îranê kirin.

Îran bi 26 şûnwar û berhemên ne-veguhestinî yên tomarkirî di aasta cîhanî da li Asyayê di rêza sêyem û li cîhanê di rêza nehem da ye û di warê tomarkirina mîrasa ne-kemskirî da jî bi tomarkirina 16 mîrasan di rêza heftem a cîhanê da ye.

 

Serepeyv