Cotmeh 08, 2021 09:35 Asia/Tehran
  •  Premier Lîg; Ereban li Îngilistanê tîmeke din jî kirî

Tîma di Premier Lîgê de têdikoşe bi buhayeke rekor, tam bi temamî bi 352 mîlyon Sterlînî hat firotin. Konsorsiyûmeke ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye tîma Newcastle United kirî.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Newcastle United di sala 1892'yan de hatiye avakirin. Ew pêşbirkên xew li Stada 'St James Park' ku cihê 52 hezar û 387 kesî têde heye dilîze.

Newcastle United  di lîga mezin a Îngilistanê Premier Ligê de dilîze û teknîk dîrektorê wan 'Steve Bruce' ye. Niha Fona Razemenî (Sindoqeke Sermiyanê) ya Dewleta Erebistana Siûdî (PIF) tîm kirî û rêveberiya Premier Lîgê jî ev yek erê kir.

PIF'ê sedî 80 hîseyên (pişk û par) tîmê kirî. Bi vê firotinê Newcastle United bû klûba herî dewlemend a dinyayê. Muhammed bin Salman ku êdî xwediyê klûbê ew e tê gtoin ku ji bo serdema fûtbolê ya sala pêşiya me dê 1.5 mîlyar Euro butceyê veqetîne.

Ev nêzî du salan bû Selman dixwest vê tîmê bikire, niha ev daxwaza wî hate cih.

Ji tîmên îngilîz Manchester City jî di destê ereban de ye û Selman dixwaze tîmeke reqîb ji bo MC'yê çêbike.

 

Serepeyv