Cotmeh 06, 2021 18:29 Asia/Tehran
  •   Lîga Super a Tirkiyeyê; Di 8 hefteyan de 9 teknîk dîrektor hatin qewirandin

Di Lîga Super a Tirkiyeyê de maçên hefteya 8'an hatin lîstin û wekî her salê îsal jî başneçûna rewşê bû sedema qewirandina 9 teknîk dîrektoran.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di Lîga Super de 20 tîm hene û ji van tîm tam 9 tîmî teknîk dîrektorên xwe qewirandin. Kasimpaşa, Kayserispor, Adana Demirspor, Goztepe, Aytemiz Alanyaspor, Çaykur Rizespor, Medipol Başakşehir,  Yeni Malatyaspor û Antalyaspor karê teknîk dîrektorên xwe betal kirin û ew şandin.

- Kasimpaşayê di hefteya yekemîn de Şenol Can şand û Cihat Arslan anî ser kar.

- Kayserispor di hefteya duyemîn de Yalçin Koşukavak şand û Hikmet Karaman anî.

- Piştî hefteya sêyemîn Adana Demirsporê Samet Aybaba, Goztepeye Unal Kahraman û Alanyayê jî Çagdaş Atan qewirand.

- Di hefteya 6'an de Çaykur Rizeyê Bulent Uygun qewirand.

- Û hefteya 8'an: Vê hefteyê jî sê teknîk dîrektor çûn: Aykut Kocaman li ser Başakşehîrê bû îstîfa kir û rêveberê qebûl kir. Her wiha Malatyayê Îrfan Buz, Antalyayê jî ligel Ersun Yanal peyman betal kir û ew şandin.

Ji tîmên Lîga Super Altay, Hatayspor, Beşiktaş, Fatih Karagumruk, Fenerbahçe, Galatasaray, Gaziantep, Giresunspor, Konyaspor, Sivas û Trabzonsporê hê teknîk dîrektor neguherandine.

 

Serepeyv