Cotmeh 03, 2021 19:36 Asia/Tehran
  • 4 guleştgirên azad ên Îranê derbasî fînala guleşta azad a cîhanê bûn

Çar guleştgirên îranî bi serketina li hemberî hevrikên xwe, derbasî fînala pêşbirkên qehremaniya cîhanê bûn.

Kamran Qasimpûr, Muhemed Noxodî, Elîreza Serlek û Emîrmuhemed Yezdanî di giraniyên 92, 79, 57 û 65 kg da derbasî fînala pêşbirkên Guleşta Azad a qehremaniya cîhanê li Osloya Norwêjê bûn.

Ev çar guleştgir dê sibe duşemî jibo wergirtina mîdala zêr bikevin pêşbirkê.

Hesen Yezdanî û Emîrhusên Zarê' jî îşev (Yekşemî) dê jibo bidestxistina mîdala zêr bikevin pêşbirkê.

 

Serepeyv