Cotmeh 02, 2021 11:52 Asia/Tehran
  • Dîroksaziya xanima Îranî; Dawerîkirina fînala Kûpa Cîhanê ya Futsalê ya 2021-an li Lîtvanyayê

Li gorî ragihandina Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA), "Gloria Nazimî", dewra (hakima) navneteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, dê di fînala Kûpa Cîhanî ya Futsala 2021`ê de li Lîtvanyayê de daweriyê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, bi ragihandina FIFA`yê, Gloriya Nazimî, dawera navneteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, dê wekî çaremîn dawer di tîma daweriyê ya vê pêşbirkê de ku di navbera Arjantîn û Portekîzê de tê lidarxistin, daweriyê bike.

Kûpa Cîhanî ya Fûtsalê ya 2021-ê ji 12 -ê Îlonê bi mazûvaniya Lîtvanyayê, dest pê kiriye û 3 -ê Cotmehê bidawî dibe.

Serepeyv