Îlon 29, 2021 12:14 Asia/Tehran
  •  Şanoya kolanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Komuna Şanoyê lîstikên xwe li kolanên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşî gel dike. Endamê Komuna Şanoyê Kawa Fettah got "Gel gelekî ji lîstikên me hez kir. Em ê van lîstikan bibin gundan jî û şanoyê bigihînin tevahiya civakê."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Komuna Şanoyê ya li Qamişloyê dixebite, lîstikên xwe di rojên dawîn de ji ser dikan derbasî kolanan kirin.

Lîstikvanan li bazara Qamisloyê, Rimêlan, Girkê Legê, Amûdê û Dirbesiyê lîstikên xwe pêşandan. Li van bajaran gel eleqeyeke mezin raber kir. Ji lîstikvanên Komuna Şanoyê Kawa Fettah ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew hewl didin lîstikên xwe bibin gundan jî û şanoya kolanan ji bo wan nû ye.

Komuna Şanoyê di 27'ê Îlona 2018'an de hate damezirandin. Li gel lîstikên Serwer, Çiyayê Kurmênc, Qîrîna Waşokanî û Giyanên Şawîtî, komê 8 lîstikên şanoyê lîstin. Her wiha Kawa Fettah diyar kir ku ew organîzatorên Mîhrîcana Şanoyê ya bi navê "Şehîd Yekta Herekol" in ku her sal tê lidarxistin.

Kawa Fettah got wek şanoger ew jî di kampanya û xebatên cuda de cihê xwe digirin û diyar kir ku bi 9 kesan re dest bi xebata şanoya kolanan kirine û wiha axivî:  "Bi vê xebatê me armanc kir ku em peyama xwe bigihînin raya giştî. Me şanoya xwe ya kolanê bi şêwaza dewreke 13 deqeyan li Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbesiyê û Amûdê lîst. Em armanc dikin ku di rojên pêş de lîstika xwe bibin gundan jî."

 

Serepeyv