Îlon 26, 2021 09:23 Asia/Tehran
  •  Preimer Lîga Inglîzê; Manchester City'yê 1-0 ji Chelsea'yê bir

Tîma Manchester City'yê vê carê ji Chelsea'yê bir.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Li aliyekî tîma ku îsal difire, li aliyê din qehremanê par. Tîma ku îsal difire li pêş e, bi 13 pûanan di rêza yekemîn de ye. Tîma par bû qehreman bi 10 pûanan çend pêlekan li jêr e. Loma jî zêde pêdivî bi serketinê heye. Li aliyê din ev 3 pêşbirk in li hemberî wê têk diçe û loma jî serketin jê re lazim e.

Em qala du tîmên îngilîz, tîma Chelsea û Manchester City (MC) dikin. pêşbirk li Stada Stamford Bridge ya Chelsea'yê ye. Ligel fûtbolhezên Îngilîz, li dinyayê jî heyecana ji bo pêşbirkê li dar e.

Li aliyekî T. Tuchelê ku ji par ve teknîk dîrektorê Chelsea'yê ye û ji par ve bidestxistina Kûpaya Lîga qehremanan jî tê de bayek kûr rakiriye. Li aliyê din Pep Guardiolayê ku par tîma xwe li Preimer Lîgê kir qehreman lê di fînala Lîga qehremanan de li hemberî Chelsea'yê têk çû. Û ya muhîm jî ev sê pêşbirkên dawîyê ne Tuchel li hemberî Guardiolayî bi ser dikeve. Her ku Guardiola ye çar caran ser hev de li hemberî kesî têk neçûye.

Pêşbirk li nav dilê fûtbola dinyayê, li Îngilistanê ye, du tîmên îngilîz têne hemberî hev. Helbet ji bo lîgê hê gelek maye ji ber ku ev hê hefteya 6'an e, lê heyecan, daxwaza her du aliyan pêşbirk derxistiye asta fînalê.

Pêşbirk li Îngilistanê ye lê tîma Chelsea'yê xwediyê wê yekî rûs, tîma Manchester City'yê xwediyê wê yekî ereb e. Teknîk dîrektorê Chelsea'yê yekî alman, yê MC'yê yekî katalan e. Lîstikvan jî ji welatên cur bi cur...

Di 12 pêşbirkên dawiyê yên Premier Lîgê yên di navbera Chelsea û MC'yê te qet wekhevî çênebûye, Chelsea 5, MC 7 caran bi ser ketiye.

Û bi vî awayî pêşbirk dest pê dike. Ji serî ve aliyê herî zêde dixwest bi ser bikeve MC bû, loma jî hema hema gog nîşanî Chelsea'yê nedida. Wisa bi golê dilîstin ku di deqîqeya 20'an de asta pêlîstina gogê ya MC'ê bi sedî 71 bû. Li mala Chelsea'yê, li hemberî tîmeke wekî wê mezin ev îstatîstîkek muhîm bû. Di nîveka yekemîn de êrîşeke cidî ya Chelsea'yê çênebû, lê MC'yê jî nikarî skorê biguherîne û 45 deqîqeyên pêşî wisa bi dawî bûn: 0-0.

Di nîveka yekemîn de tiştê nexweş jî ew bû ku James ê ji Chelsea'yê seqet bû, Thiago Silva ket cihê wî.

Di nîveka duyemîn de MC carek din serdest bû û bi vê serdestiyê pêşî şût hatin, dûre jî di deqîqeya 53'yan de gola Gabriel Jesus hat. Di deqîqeyên din de encam neguherî û MC'yê serketina ku jê re wekî nan û avê lazim bû bi dest xist: 1-0.

Bi vê serketî MC bi 13 pûanan derket rêza 2'yan, Chelsea bi heman pûanan di rêza 3'yemîn de, Manchester Unitedê ku duh li hemberî Aston Villa'yê 1-0 têk çû bi heman pûanan di rêza 4'an de ye.

Serepeyv