Îlon 25, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Merasima Nobelê wekî par dê bi awayê online were lidarxistin

Her sal di warê Wêje, Aştî, Kîmya, Fîzîk û Aboriyê de Xelatên Nobelê têne belavkirin. Par ji ber pandemiyê merasima xelatdayîna Nobelê bi awayekî fîzîkî li dar neketibû, îsal jî dê li dar nekeve. Merasima îsal jî dê wekî online li dar bikeve.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Weqfa Nobelê bi daxuyaniyê rewşa nû eşkere kir: "Her kesî dixwest vîrusa Covid-19'ê bi dawî bibe lê hîn em li vê derê ne. Yên ku Nobel'ê werbigirin wekî par dê madelyeyên xwe li welatê xwe werbigirin."

Merasima Nobelê her sal di 10'ê berfanbarê de li dar dikeve.

 

 

 

Serepeyv