Îlon 22, 2021 12:45 Asia/Tehran
  • Werzişkarê îranî di pêşbirkên Hilkişiyana ji zinaran ên cîhanê da bû sêyem

Werzişkarê îranî di pêşbirkên Hilkişiyana ji zinaran ên cîhanê da bû sêyem.

Nûnerê Îranê mîdala bronzê di beşa Kombayn a pêşbirkên Hilkişiyana ji zinaran ên cîhanê da bi dest xist.

Li gorî rapora IRAN Pressê, pêşbirkên Hilkişiyana ji zinaran ên cîhanê êvara Sêşemiyê li Moskoyê bi dawî bû û di şeva dawîyê ya van pêşbirkan da Ilnaz Rekabî ji Îranê bi 42 puenan bû sêyem.

Cêsîka Piyêlz ji Otrîşê bi 20 û Miya Kirimpêl ji Slovêniyê bi 36 puenan mîdalên zêr û zîv ên vê çiqê bi dest xistin.

 

Serepeyv