Îlon 21, 2021 23:08 Asia/Tehran
  • Tîma hendbolê ya jinên Îranê derket pêşbaziyên şampiyoniya cîhanê

Tîma hendbolê ya jinên Îranê bi serketina li hember Sûriyê di şampiyoniya Asyayê de, dema ku diçû nîvefînalê, ji bo yekem car destûra beşdarbûna di Şampiyoniya Cîhanî de bi dest xist.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mêhr, 18'emîn dewra Şampiyoniya Handbola Jinan a Asyayê û Hilbijartinê ya pêşbaziyên Şampiyoniya Cîhanî ya Spanyayê di 14ê Îlona 2021an de li Urdunê dest pê kir, ku Îran bi tîmên Urdun, Filistîn, Sûriye, Kuweyt û Japonyayê di koma duyemîn de bû.

Îro (Sêşem), tîma hendbolê ya neteweyî ya jinên Îranê li pêşberî tîma neteweyî ya Sûriyê li pêşbirka dawîn a qonaxa koma pêşbirkên Hendbola jinan a Asyayê dilîze û ji bilî gihîştina nîvfînalê, wê destûra wan ji bo beşdariya li pêşbaziya şampiyoniya Handbola Jinan a Cîhanê hebe.

Bi vê serketinê, tîma neteweyî ya Îranê piştî Japonyayê wek tîma duyem a koma duyem heşt pûan bi dest xist û gihîşt nîvfînalê.

Serepeyv