Îlon 20, 2021 18:21 Asia/Tehran
  • Sipasiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê li pey qehremaniya di Pêşbirkên Asyayê da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê sipasiya Tîma neteweyî ya Walîbala Îranê li pey qehremaniya li pêşbirkên 2021ê yên Asyayê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da ragihand: Serketina berbiçav a Tîma neteweyî ya Walîbalê jibo gelê Îranê gelekî şirîn e; Ez ji dil sipasiya we xortên hêja û fêrkarê we yê îranî dikim.

Tîma neteweyî ya Walîbala Îranê roja Yekşemiyê bi têkdana tîma Japonê bû qehremanê dora bîst û yekem a pêşbirkên qehremaniya Asyayê.

 

 

Serepeyv