Îlon 20, 2021 09:15 Asia/Tehran
  •  Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbuhêrkeke stranan li dar ket

Koma Dûret El-Firat a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê şevbuhêrkeke stranan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Şevbuhêrk li 'qada Şehîdan' a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar ket.

 

Hawar Newsê nivîsiye: "Şevbuhêrkê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Şehba Îsmaîl Xabûr bi xêr hatina beşdaran û koma beşdar kir û destnîşan kir ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di oxira parastina gel û erda xwe û da ku li ser bingeha projeya neteweya demokratîk bi rûmet bijîn berdêlên giranbuha dane, bi saya şehîdan hemû pêkhate beşdarî şahiyê bûne û  vegirêdana çandên tevahiya pêkhateyên Sûriyê destnîşan dikin."

Îsmaîl Xabûr got, berxwedana destanî ya şênyên taxê asta hevgirtina pêkhateyên taxê ji tevahî cîhanê re îsbat kir.

Dûvre koma Dûret El-Firat gelek stranên erebî yê çanda Firatê pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

 

Serepeyv