Îlon 19, 2021 12:53 Asia/Tehran
  • Werzişkarê îranî mîdala zêrê ya pêşbirkên Cucutsûya Asyayê bi dest xist

Hebîb Rencber werzişkarê îranê mîdala zêrê ya pêşbirkên Cucutsûya (Jujutsu) Asyayê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNAyê, Di dawiya dora pêncem a pêşbirkên Cucutsûya qehremaniya Asyayê, Hebîb Rencber endamê tîma neteweyî ya Cucutsûya Îranê di giraniya 94 kg da li pêşbirka fînalê hevrikêl xwe yê Taylendî têk da û bi encama 14-7 mîdala zêrê wergirt.

Jêderka werzişa Cucutsûyê welatê Japonê ye ku tê da şêwaza şerkirina kesek bêçek digel kesekî çekdar tê fêrkirin.

 

Serepeyv