Îlon 18, 2021 09:32 Asia/Tehran
  • Serkeftineke din a bi hêz ji bo voleybola Îranî; Çînê Taîpeî jî têk çû

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê di şampiyoniya Asyayê de lîstika xwe ya pêncemîn bi encama 3- 0 li hember Çînê Taîpeî(Taywan) bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya voleybola Îranê duh di duyem pêşbirka xwe de li dewra duyem a şampiyoniya Asyayê li hember Çînê Tayîpî û bi encama 3-0 ev tîm têk bir. Sê setên vê lîstikê ji aliyê Îranê bi pûanên 25 hember 10, 25 hember 23 û 25 hember 11 bi dest xist.

Bi vê serkeftinê,Îranê di Koma F ya tûrnûvayê de bi 3 serkeftin û 9 pûanan pileya yekemîn bi dest xist û derket nîvfînalê.

Tîma neteweyî ya Îranê di pêşbirkê de 3-0 li hember Hong Kong, Tayland, Pakistan, Koreya Başûr û Çînê Taipei bi heman awayî bi ser ket û dev jê berneda.

Serepeyv