Îlon 17, 2021 18:39 Asia/Tehran
  • Voleybola Îranî careke din li ser banê Asyayê sekinî

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li cîhanê dehem û li Asyayê jî bû yekem.

Li gorî rapora ISNA`yê, 21`emîn dewra pêşbirkên voleybola mêran a Asyayê ji 12 Îlonê ve bi mazûvaniya Japonyayê tê şopandin ku Tîma Îranê ya neteweyî piştî têkbirina dijberên xwe û biserketina li hemberî wan di nav 4 tîmên serketî yên van pêşbirkan de cih girt.

Tîma voleybolê ya neteweyî ya Japonî, ku di Olîmpiyad û Lîga Neteweyên Voleybolê de performansek baş bi dest xist, karîbû di renkînga (rêza) cîhanî li Asyayê de serî de cih bigire.

Japoniyan di pêşbaziyên asyayê bi encama 3-1 tîma Çînê têk bir daku cardin voleybola Îranê di renkîng zindî yên cîhanî xwe bigihîne rêza serî ya Asyayê .

Li gorî renkînga ya cîhanê, Brezîlya hîn jî di serê cîhanê de ye. Tîmên voleybolê yên neteweyî yên Polonya û Rûsyayê jî di rêza duyemîn û sêyemîn a cîhanê de ne. 

Serepeyv