Îlon 12, 2021 08:50 Asia/Tehran
  •  Erxeniya Diyarbekirê - Gulistan Guner bûye lehenga Hêzezendiyê

Li Diyarbekirê keçek bi navê Gulîstan Guner di warê werzîşa hêzezendiyê de deng vedaye û şampiyontî bi dest xistiye. Gulîstan Guner li gundê xwe bi derfetên xwe yên kêm niha xwe bo pêşbaziya şampiyontiya Ewropayê amade dike.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Gulîstan Guner 20 salî ye. Li Gundê Pîr Ahmed a Erxeniya Diyarbekirê dijî. Gulîstan Gunerê her çiqas derfetên wê têr nekin jî mereqa xwe daye ser werzîşa hêzezendiyê û heta di vî warî de bûye şampiyon jî ku xelatên xwe jî li gel xwe digerîne. Werzîşvana serkeftî ji werzîşa hêzezendiyê gelek hez dike û çi dema ku wextê wê çêbe bi derfetên ku wê bi xwe ji xwe re amade kirine xebatên xwe didomîne û rahênanên xwe di gund de li hewşa mala xwe dike û her wiha hevalên wê jî di rahênanan de alîkariya wê dikin. Gulîstan Guner amaje dike ku wê di demeke kin de kariye xwe di vê werzîşê de xwe pêş bixe û serkeftinan bi dest bixe.

Gulîstan Guner got: “2  Sal berê bi pêşniyara hevalekî xwe min dest bi vê werzîşê kir. Hevalê min ji min re got hêza te heye, tu dikarî vê werzîşê bikî. Berê qet serê min de werzîşek wisa nebû. Mamosteyê min jî li min xwedî derketin. Paşê li bajarê Tokatê Pêşbaziya Hêzezendiyê Ya Tirkiyeyê çêbû, di wê pêşbaziyê de di warê deste rastê û deste çepê de ez bûm şampiyon.”

Gulîstan Guner bi salan e li gel malbata xwe xebatkariya demsalî dike û bo debarê berê xwe dide bajarên dûr, dema li malê be jî bi xwedîkirina ajalan re û kar û barên rojane re mijul dibe. Di nav van pirsgirêk û baran de hewl dide ku li aliyekê jî amadekariya şampiyonaya Ewropayê ya hêzezendiyê bike.

Gulîstan Guner dibêje:“Di 24ê Cotmehê de Şampiyontiya Ewropayê Ya Hêzezendiyê heye, li Lîtvanyayê ye. Hêvî dikim di wê pêşbaziyê de bibim şampiyon. 12-13 sal in ez diçim bajarên wek Sakarya, Afyonê berhevkirina findiq û qeysiyan dikim. Xebatkara demsalî me. Neçar im ku bixebitim. Rewşa me ya darayî ne baş e.”

Şampiyona hêzezendiyê niha li Zankoya Sêrtê Beşa Mamostetiya Werzîşê de dixwîne û balê dikêşe ku rikeberên wê di salonên têrderfet de bi amurên profesyonel rahênanên xwe dikin, lê ew li gund di hewşa malê de amadekariyan dike û dide zanîn ku dema ew bibe mamoste dê bo xwendekarên xwe derfetên baştir dabîn bike

Serepeyv