Îlon 10, 2021 18:21 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê li rêzbendiya FIFAyê di rêza yekem a Asyayê de cih girt

Tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê di rêzbendiya FIFAyê de derket serê Asyayê.

Li gorî rapora ISNA`yê, Tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê karî di duyemîn pêşbirka xwe ya Kûpaya Cîhanî ya 2022`an de li Qeterê bi sê golan tîma Iraqê têk bibe û 6 pûan bi dest bêxe.

Vê encamê hişt ku tîma netewî ya fûtbolê ya Îranê 4 pilleyan hilkişe û di rêza 22’mîn a cîhanê û yekemîn a Asyayê de cih bigire û bi vî awayî, yekem car piştî Kûpaya Neteweyên Asyayê, tîma netewî ya fûtbolê ya Îranê karî Japonê paşda bavêje  û di rêzbendiya FIFAyê da, di rêza yekem de cih bigire. 

Tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê di pêşbirkên vê dawiyê de 9 serketinên li pey hev bi dest xistin.

Piştî bidawîbûna pêşbirkên fûtbolê yên neteweyî di meha Îlonê de, rêza tîmên neteweyî diyar bû û xala herî girîng ji bo futbola Îranê ew bû ku cardin derkeve serê tîmên Asyayê.

Serepeyv