Îlon 07, 2021 12:02 Asia/Tehran
  •  Cîhana Fûtbalê; Pêşbirka Brezîlya û Arjantînê di deqîqeya 6'an de betal bû!

Cîhana Fûtbalê; Pêşbirka Brezîlya û Arjantînê di deqîqeya 6'an de betal bû!

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Êvara 5'ê mehê pêşbirka hevtêkbirinê ya ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'an hebû. Brezîlya û Arjantînê dê bi hev re bilîstana. Pêşbirkê dest pê kir. Hê di deqîqeya 6'an de bû hakêmî pêşbirk da rawestandin û her kes şaş bû ji ber ku heta niha li nav cîhana fûtbolê de tiştek wisa çênebûbû.

Pêre Lijneya Tenduristiyê ya Brezîlyayê ket sehayê û ligel hakêm derketin derve. Pêşbirk betal bû.

Li gor çapemeniya Brezîlyayê, Lijneya Tendirustiyê ya Brezîlyayê biryar daye ku lîstikvanê Arjantînê  Emiliano Martinez, Giovani Lo Celso, Cristian Romero û Emiliano Buendia ku di Premier Lîga Îngilistanê dilîzin di çarçoveya Covid-19'ê de dersînor bike.

Brezîlya di çarçoveyê Covid-19 de kesên bikevin welat ger 14 rojên dawî li welatên  wekî Îngilistan, Afrîkaya Başûr, Bakurê Îrlandayê û Hindistanê mabin destûr nade ku bikevin welêt.

Pêşbirkdê kengê bê lîstin FIFA dê biryarê bide.

Serepeyv