Şampiyoniya îranê di şeşemîn dewra Kûpa ya gemîvaniyê li Derya Kaspiyanê bi mazûvaniya bendera Enzeliya Îranê
Îran bû şampiyonê beşa melevaniyê ya 6emîn Kûpaya Navneteweyî ya Deryayê, ku ji aliyê Bender Enzelî ve hat mazûvanîkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê dewra pêşbirkên bi amadebûna nêzîkî 400 hêzên leşkerî ji Rûsiye, Komara Azerbaycan, Qezaqistan û mazûvaniya Îranê, ev welat (Îran) bi giştî bi 204 pûanan pileya yekem bi dest xist.
Admîral yekem ê gemîvaniyê Ebas Hesenî wek serdawerê pêşbirkeyên Kûpaya Deryayê got: Di vê dewrê de, heşt keştiyên leşkerî(papor) bi berçavgirtina hemî protokolên tenduristiyê bi pêşengiya kesane û civakî pêşbazî kirin, û di dawiyê de tîma Îranê hilkişiya ser platforma(pileya) şampiyoniyê bû, tîma Rûsyayê bû duyemîn û tîmên komara Azerbaycan û Qazaqistanê bi hev re bûn sêyemîn.
Merasîma bidawîkirina vê pêşbirkê êvara înê li salona konferansê ya Herêma Azad a Enzeliyê bi beşdariya welatên beşdar hat lidarxistin.