Îlon 03, 2021 18:53 Asia/Tehran
  • Werzîşkarê îranî mîdala zîv a Tekvandoya Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î wergirt

Para-tekvandovanê giraniya bin 75 kg (-75) di Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î da bû duyem.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên Para-tekvandoya Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î ji sibeha roja Îniyê va dest pê kirin û nûnerê Îranê di fînala pêşbirkên Kilasa K44 li hemberî Lopêz Garsiya ji Mekzîkê bi encama 20-26 derda û mîdala zîv wergirt.

Pêşbirkên Para-tekvando cara yekem e ku li Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î tên lidarxistin û mîdala zîv a Pûr-Rehnema jî yekemîn mîdala dîroka Para-Olempîka Îranê di vê çiqê da ye.

 

Serepeyv