Tebax 31, 2021 00:48 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya voleybola rûniştî ya Îranê li hember Brezîlyayê bi ser ket

Tîma voleybolê ya rûniştî ya Îranê di pêşbaziya xwe ya duyem a Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyo de tîma Brezîlya têk bir.

Li gorî rapora ISNA`yê, Tîma neteweyî ya voleybola rûniştî ya Îranê di duyemîn pêşbirka xwe ya li Koma B ya Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê de pêşbirka voleybolê ya rûniştinê li hember tîma neteweyî ya Brezîlyayê û 3-0 bi ser ket.
Xwediyê puanên herî zêde di pêşbirka Îran-Brazîlê “Morteza Mêhrzad” bû ku 14 pûan ji bo tîma neteweyî ya voleybola rûniştî ya Îranê bi dest xist.
Tîma neteweyî ya voleybola rûniştî ya Îranê sibê (Sêşem) di pêşbirka xwe ya dawîn a di qonaxa komê ya pêşbirkên voleybolê yên rûniştî yên Paralîmpîk 2020 de wê bi Çînê re rûbirû bimîne.

Serepeyv