Tebax 31, 2021 00:20 Asia/Tehran
  • Pêncemîn medala zêr a karwanê Îranê li pêşbirkên “Paralîmpîka Tokyo”

Werzîşkarê kevkîkirina wezneyê ê îranî li Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê mêdala zêr bi dest xist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr, li dewama pêşbirkên bezîna dora meydanê yên 16 -emîn lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê, îro duşemê pêşbirkên kevkîkirina wezneyê hatin lidarxistin û “Mehdî Olad”, kevkîkirê wezneyê yê îranî madala zêr bi dest xist.

Di pêşbirkên kevkîkirina wezneyê yê mêran de di pola 11 de Îranê du nûnerê xwe hebûnku yek Mehdî Olad bi rekora 14.43 madala zêr qezenc kir.

Nûr Mihemed Erxî, weznekevkîkirê din ê îranî jî bi rekora 12.78ê bû pileya şeşemîn.

Karwanê werzişî yê Îranê li Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê di rêza duwazdehem de ye û 5 medalên zêr, 5 zîv û 1 tûnc bi dest xistine.