Tebax 29, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Duyemîn mîdala zêra Îranê di Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î da hat bidestxistin

Codovanê nebîna yê îranî, ji hevrikê xwe yê brîtanyayî bir û mîdala zêrê li giraniya -95 kg bi dest xist.

Li gorî rapora ISNAyê, Wehîd Nûrî, endamê Tîma neteweyî ya Codoya nebînayan a Îranê, îro (yekşemî) di fînala giraniya kêmtir ji 90 kg a cudoya Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î da çû pêşberî Stîvart Êliyot ji Brîtanyayê û hevrikê xwe bi puena Îponê têk bir û mîdala zêrê wergirt.

Ev duyemîn mîdala zêrê ya karwanê werzişî yê Îranê di dora şanzdehem a Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î da bû.

Pêştir ji vêya, Rûhullah Rostemî di giranîhilgirtinê da mîdala zêrê wergirtibû.

 

Serepeyv