Tebax 27, 2021 19:20 Asia/Tehran
  •  Hunermendê amedî kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran

Hunermendê amedî kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Eylem Akdag & Cengîz Ozbasar' dibêjin: Bahoz Damlayici ji zanîngehê mezûn bûye lê wezîfeyek neketiye destê wî. Ew kulîlkan hişk dike û vediguherîne xemla nava çarçoveyan da ku xelk li dîwarên xwe daliqîne.

Bahoz Damlayici ciwanek ku sala par ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Polê mezûn bûye. Lê her çiqas ew sala par mezûn bûbe jî lê nehatiye tayînkirin û wezîfeyek neketiye destê wî.

Damlayici li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê kargehek bi navê Şewl û Xaraw vekiriye û di vê kargehê de kulîlkên ku hişk dike vediguherine tabloyên dekoratîf û digihîne însanan. Tenê ne Bahoz, hevala wî Ayşe Sûna jî li kargehê hevkariya wî dike. Ev kargeh bûye cihê debara herduyan. Li kargehê tenê ne çîçekên ku hatine çarçovekirin, sêva mêxikrêj û hin cûreyên pirtûkan jî tên firotin. 

KULÎLKÊN HIŞKKIRΠ

Damlayici anî ziman ku piştî ew ji zanîngehê mezûn bûye karek nedîtiye û wî vê xebata alternatîf ji xwe re bijartiye û ev nêzî sê sal in van kulîlkan hişk dike û dike tablo. Damlayici da zanîn ku ewilî wî li mala xwe dest bi vî karî kiriye û pişt re jî biryar girtiye ku kargehekê veke û ev karê ew dike gelek jê re xweş tê. 

RUHÊ WÎ ŞAD DIKE 

Damlayici destnîşan kir ku vê hunera ew dike di heman demê de wek terapiyê jê re tê û bêhna ruhê wî derdikeve û ew hîsên nebaş hemû ji ser wî diavêje. Damlayici got ji bo her tabloyekê nêzî 35 lîre mesrefa wan dibe û her tabloyek diqedînin jî bi 100 lîreyî difiroşin.

 DI NAVA RÛPELÊN PIRTÛKAN DE HIŞK DIKE

 Damlayici wiha behsa anîn û hişkkirina kulîlkan dike: “Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê dixim nava rûpelên pirtûkan da ku hişk bibin û tewa xwe bigirin. Divê hişk bibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karek gelekî zehmet e û sebrê dixwaze. Divê ritûbet nekişînin û li cihek ziwa werin veşartin. Piştî kulîlk hişk dibin, dibim kargehê û pişt re em li serê difikirin ku van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî em sêwira kulîlkan çêdikin, dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tiştê me xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanek bi kar nayînin. Em dermanê zeliqandinê jî bi kar naynin. Gelek zehmet e lê ewqas jî xweş û bi kelecanî ye.” 

DÊ PÊŞENGEHA TABLOYAN WERE VEKIRIN 

Damlayici diyar kir ku ew ê di rojên pêş de van tabloyên ji kulîlkan çêkirine dê pêşengeha wan li dar bixin û dîroka wê ne diyar e lê wê li malên dîrokî yên Sûrê nîşanî xelkê xwe bidin. 

Serepeyv