Di Pêşbirka Xudanê Çekan de Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê pileya yekê bi dest xist
Tîma Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Îsfehanê di Pêşbirka Navneteweyî ya Patronên Çekan de pileya yekem bi dest xist.
Li gorî rapora ISNA`yê, tîma hêza bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di roja duyem a pêşbirkên eskerî yên artêşên cîhanê li warê kûrsa topa 23 mm zu topê li Îsfehanê, bi deshilatiyê pileya yekem bi dest xist.
Tûggeneral Duyemîn(sertîp duyem) "Azer-Efrûz", Serfermandarê Leşkerî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Îsfehanê, li ser amadebûn û profesyoneliya tîma Artêşa Îranê got: Şiyan, pisporiya teknîkî û morala jorîn a tîma artêşa Îranê taybetmendiya ber bi çav a van pêşbirkan bû ku di roja duyemînya van pêşbirkan hat xuyaniyê.
Pêşbirka Leşkerî ya Navneteweyî ya Artêşên Cîhanê "Patrionên Çekan 2021" bi pêşbirka tîmên Îran, Vîetnam, Rûsya û Uzbekistanê li Îsfehanê li dar ketine.