Tebax 26, 2021 23:56 Asia/Tehran
  • Malpera Paralîmpîk pesnê

Malpera fermî ya Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê nîşanbaza îranî wekî yek ji mezinên nîşanbaziya bi tîrûkevanê ku dixebite sêyemîn mêdala xwe ya zêr a Paralîmpîkê bistîne, da nasandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, malpera fermî ya Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyoyê di raporekê de derbarê kesên ku bidû bidestxistina medala zêr in nivîsiye ku “Zehra Nemetî” ji Komara Îslamî ya Îranê yek ji mezinên vî warî ye ku hêvî dike sêyemîn medala xwe ya zêr li Tokyoyê bi dest bêxe.

Li gorî vê raporê, "Zehra Nemeti" xwediyê serbihûriyeke geş a beşdarbûna di Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk de ye.

Pêşbirkên kevaniyê sibê (înê) dest pê dikin.

Ev pêşbirk dê di sê beşan de bêne kirin: kesane, tîmî û tevlihev, û dê 9 medalên zêrîn tê de bêne belav kirin.