Tebax 19, 2021 13:14 Asia/Tehran
  •  Wek dilsoziyekê bi Messî re, Barselona kirasê hejmara (10) radike

Wek dilsoziyekê, tîma Barselona kirasê hejmara (10) ê ku efsaneya Argentînî Lionel Messî li xwe dikir, di vê werzê de nede ti yarîzanekî din.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Rojnameya Katalanî "Sport" duhî Çarşemê ragihand, tîma Barselonayê biryar daye, kirasê hejmar (10) ê ku kaptanê berê, Lionel Messi li xwe kiriye, ragire û di vê werzê de nade ti yarîzanekî din.

Lionel Messî piştî yarîzanê Brazîlî Ronaldinho, 13 salan kirasê Barselonayê yê hejmara (10) li xwe kiribû, berî ku di hefteya borî de tevlî tîma Paris Saint-Germain'ê bibe.

Nûçeyek hebû ku Barselonaa dê kirasê hejmara (10) pêşkêşî yarîzanê Brezîlî "Felipe Coutinho" bike, lê rojnameya Katalanî tekez kir, heta ku Coutinho bi Barselonaa re bimîne jî, dê wî kirasî li xwe neke.

Li gor biryarên La Liga'yê, nabe ti kiras werin ragirtin, ji ber wê dê kirasê hejmara (10) li Barselonaa bimîne, lê di vê werzê de tê neyê lixwekirin, eger ne bi neçarî be.

Serepeyv